Gelek siyasetmedar û rojnamevanan ji bo Seyîd Evran peyamên sersaxiyê dan

ji ber şehadeta Hevalê Seyîd Evran gelek siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanan peyamên sersaxiyê weşandin û xemginiya xwe anîn ziman.

Ji ber şehadeta Rojnamevan û şoreşgerê Kurd Seyîd Evran gelek peyamên sersaxiyê hatin weşandin.

Hejmareke zêde rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedaran peyamên sersxiyê weşandin.

Hin ji wan peyaman de ev tişt hate gotin:

  • Nivîskar Selîm Temo:

Hevalê şehîdan bû, çû cem şehîdan.
Serê malbata wî û hevalên wî sax be.

  • Siyasetmedar Serhat Bucak:

Em te û keda te ji bîr nakin. Zarokê egîd yê çapemeniya azad di nava ronahiyê de bimîne.

Ez sebirê ji bo me hemuyan dixwazim.

  • Parlementerê HDP’ê Sezaî Temelî:

Kedkarê çapemenîya azad Seyîd Evran di encama krîza dil de jîyana xwe dest da, Em têkoşîn û hewldanên we ji bîr nakin.

  • Parlementera HDP’ê ya berê Feleknaz Uca:

Oxir be Keko,

Oxir be şopdarê heqîqete,

Serê hemû xebatkarên çapemeniya azad û hezkiriyên wî û gelê Kurd sax be.

  • Siyasetmedar Lezgîn Botan:

Hûn bûne bîr û zimanê tevger û Şoreşa Azadiya Kurd û Kurdistanê!

Te bi bawerîya xwe ya xurt û teze hewlda!

Fedakarî, coş û lêgerîna rojnamevanekî şoreşger her dem tu bûyî mînak.

Stêrk rêhevalên te bin.

  • Hevserokê PYD’ê Salih Muslim:

Şehid Nemirin.

  • Rojnamevan Cahîd Merwan:

Ez pir xemgîn im. Me rojnamevan û têkoşerekî hêja winda kir.

Mirin rastiyek e. Le ez car caran ji rastiyê nefret dikim.

Bila serê me, serê gelê Kurdistanê û çapemeniya Kurdistanê sax be.

  • Rojnamevan Kadrî Esen:

Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm.

Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan.

  • Hunermend Pinar Aydinlar:

Ken, çûyîna mirovên bedew û şopên ku li pey xwe dihêlin.

Bi rêzdarî.

  • Rojnamevan û Nivîskar Sedat Ûlûgana:

Şahidê heqîqetê, hevalê mirovên bedew, qehremanê serdema me. Ez qet te ji bîr nakim. Bi rêzdarî.

  • Siyasetmedar Adem Uzun:

Hezar mixabin heval Seyid Evran şehîd bû.

Ew dilsozê gelê xwe, xebatkarê çapemenîya azad, şoreşgerekî bi bawerî û girêdayî, entellektûlelekî vê demê û rêhevalekî doza me ye.

Tû di dileme û tekoşina me de yî.

Şehîd ronahîya reya me ne!

  • Parlementerê HPD’ê Omer Ocalan:

Rojnamevan Seyîd Evran di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Ji çapemeniya azad re dost û hevalên wî re sersaxiyê dixwazim.

Cihê wî bihuşt be.

Back to top button