3 DAIŞ’î, li Kerkûkê di encama operasyoneke istixbaratî de, hatin girtin.
Ajansa Istixbaratî ya Iraqê ragihand ku Çarşemê hêzên Ewlehiyê li Kerkûkê di encama operasyoneke istixbaratî de 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Yek ji çeteyên hatiye girtin li xwe mukur hat ku tiliya wî di 3 êrîşên li ser hêzên ewlehiyê de hebû.
Li gorî heman çavkaniyê, çeteyên din jî cihên bilind di nava refên DAIŞ’ê de digirt.
Duşema borî jî, 9 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Nînewayê di çarçoveya operesyonên li dijî DAIŞ’ê de hatibûn girtin.