NY: Dema ji bo derketina çeteyan ji Lîbyayê, yekşemê bi dawî dibe

Komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbî, li ser derxistina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê di nava 60 rojî de li hev kiribû. Şandera NY bo Lîbyayê Stephanie Williams diyar kir ku ev dem, Yekşema bê bi dawî dibe.
Artêşa niştimanî ya Lîbî jî hişyariya êrîşên bejahî û deryayî da hemû hewldanên derbaskirina derqanûnî ya bo sînorên Lîbyayê.

Şandera NY bo Lîbyayê Stephanie Williams teqezî li ser derketina hemû hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê kir.

Williams ji rojnameya Brîtanî The Guardian re diyar kir ku Yekşema bê, dema 60 rojî ya ji bo vekişandina hêzên biyanî ji Lîbyayê bi dawî dibe û destnîşan kir ku ev biryar ji aliyê komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbî ve, derketibû.

Williams got:

Derxistina çeteyan, ne zanista mûşekan e, çawa ew bi balefiran hatin, bi heman awayî dikarin derkevin jî.

Şandera NY bo Lîbyayê eşkere kir ku jimara çeteyên biyanî li Lîbyayê nêzî 20 hezaran e.

Dîplomata Amerîkî da xuakirin ku hin siyasetmedarên Lîbî dixwazin rewş weke xwe bimîne, da karibiin xwe bigihînin gencîneyên dewletê û got:

”Hin siyastmedar dibînin ku avakirina desthilateke cîbicîkar, an jî pêkanîna hilbijartinan, dê dawî li berjewendiyên wan bîne”.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî bang li hêzên biyanî yên li Lîbyayê kiribû ku heta Duşemê divê hêzên biyanî ji welêt derkevin.

Li gorî peymana navbera aliyên şer ya li Cinêvê di 23 Cotmeha 2020 de hatibû îmzekirin, divê hêzên biyanî di nava 2 mehan de ji welat hatibana derxistin.

Artêşa Niştimanî ji bo binpêkirina serweriya welêt hişyariyê dide

Girêdayî heman mijarê, Artêşa Niştimanî ya Lîbî hişyarî da her hewldaneke binpêkirina serweriya xaka Lîbyayê bi hemû rêyên bejî, deryayî yan jî asmanî.

Fermandariya artêşê diyar kir ku tîmên şopandinê hewldanên derbasbûna hin balafirên biyanî bo asmanî Lîbyayê, bê ku destûrê bigirin, piştrast kirin.

Artêşa niştimanî hişyarî da ku hewldanên bi vî rengî, van balafiran bi bijarteya astengkirin û rûxandinê ji aliyê parastina asmanî ya Lîbî ve, rû bi rû dike.

Back to top button