Bi siyaseta dorpêç û êrîşan dixwazin herêmê vala bikin

Di demsala zivistanê de hikumeta Şamê dorpça li ser herêma Şehbayê dijwartir kiriye.
Pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê nabê û ew zahmetiyên jiyanê zêdetir dike.
Endama komîteya Perwerdê a Kongra Star Leyla Îbiş derbarê dorpêçê û rewşa gel de axivî.
Leyla Îbiş diyar kir ku ruxmê dorpêça giran jî şêniyên Efrînê bi hêviya vegera warên xwe bi israrek mezin li ber xwe didin.

20 Çileya 2018’an êrîşên dewleta Tirk li ser bajarê Efrînê despêkir.

Di vê dîrokê de şêniyên Efrînê tevî hemû pêkhateyên xwe, biryar dan ku axa xwe biparêzin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê gel daketin qadan û meşên girseyî yên bi heybet pêk anîn.

Li ser vê bingehê, ji 20 Çile heta 18’ê Adarê tevî komkujî û bombebaranan, gel berxwedanek ku mînaka wê nîne raber kir.

Soza berxwedan û têkoşînê nû kirin

Di 18’ê Adarê de şêniyên Efrînê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk berê xwe dan herêma Şehbayê.

Careke din soza berxwedan û têkoşîn ji bo rizgarkirina warên xwe dubare kirin.

Li ser wê esasê li Herêma Şehba tevî gelek zehmetiyên dihatin jiyîn gelê Efrînê ew herêm ji nû ve şîn kirin.

Heta roja îro berxwedaniya xwe di herêma Şehba de dewam dikin.

Li aliyek êrîş li aliyê din dorpêç

Lê ev civaka berxwedêr her tim rastî du siyasetên ku şikandina berxwedan û vîna wan armac dike hatin.

Dagirkeriya Tirkiyê bi êriş û topbaranan ve hikûmeta şamê jî bi dorpêçê dixwaze vîna vegera gel a cih û warên xwe bişkîne.

Ev demek dirêje hikûmeta Şamê li ser Şehbayê dorpêç zêdekiriye û ev yek bandor hemû jiyana wan kiriye.

Leyla Îbiş: Ji bil berxwedanê ti rêyek me yê din nîne

Endama komîteya Perwerdê a Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehba Leyla Îbiş, qala bandora dorpêçê kir û got:

“Berdêla êrîş û dorpêçê herî bêhtir, jin didin. Jinên Efrînê gelek berdêl dan.

Hem berdêl dan û hem jî di nava şert û mercên dijwar ên koçberiyê de rastî dorpêç û êrîşan tên.

Jinên Efrînê, îro li herêma Şehbayê li ber xwe didin, xeta xwe diyar kirine.

Îro ev siyaseta ku li ser herêma Şehba tê ferzkirin, ji bo şikandina îradeya gel û jinan e.

Lê wekî gel ji bilî berxwedanê rêyek rizgariyê ya me nemaye.”

Ji ber dorpêçê ji sedî 40 kargehên Şêxmeqsud û Eşrefiyê hatine girtin

Back to top button