Waşington ragihand ku ew hilbijartinên Parlemena Sûriyê rewa nabînin û wan nas nakin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos bi daxuyaniyekê ragihand ku, ev hilbijartin hewldaneke din a hikumeta Şamê ye ku rewabûneke sexte ji xwe re peyda bike, bi vê yekê jî Şam dixwaze ji biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254 a ji bo pêkanîna pêvajoya siyasî, bireve.
Ortagos destnîşan kir jî ku bêhtirî 5 milyon Sûrî li derveyî welêt dijîn û beşdarî dengdanê nebûn.
Tevî her tiştî jî, wezîrê derve yê hikumeta Şamê Welîd El-Mu’elim ragihand ku, ev hilbijartin teqez dikin ku pêvajoya demokrasiyê li welêt, saxlem e.
Hilbijartinên Parlemanê Yekşemê bi tevlîbûna hezar û 600 namzetî, ji bo bijartina 250 parlementerî pêk hatin.