KNK’ê encama civînên xwe yên li gel partî û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê eşkere kir

Şandeya KNK’ê ya ku piştî alozî û hewldanên provakatîf ên PDK’ê ya dibe bibe sedemê şerekî muxtemel ê nava Kurdan serdana Başûr kiribû û bi gelek aliyan re civiya, di saetên êvarî de civîneke ya çapemeniyê lidar xist.

Şandeya KNK’ê ya bi pêşengtiya Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs li ser hewldanên PDK’ê ku dibe sedema şerekî navxweyî serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.

Şandeya KNK’ê bi gelek partî, aliyên siyasî, kesayet û rewşenbîran re hevdîtin pêk anîn.

Di vî derbarê de Şandeyê di saetên êvarî de li hola Sînemaya Salim a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeramûs axivî û diyar kir ku di vê serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de li gel gelek aliyan civiyane û armanca xwe ji bo wan ragihandine û hemû alî jî bi kêfxweşî li wan û daxwazên wan guhdar kirine.

Qeremûs anî ziman ku wan li gel aliyên PDK’ê neciviyane û heta niha bersiva daxwaza wan a hevdîtinê nedane.

Qeremûs di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser sê armancên esasî û wiha rêz kirin:

– Hêzên gerîla û pêşmerge vegerin cihên xwe yên berê.

– Hemû pirsgirêk bi guftogo û nîqaşê were çareserkirin.

– Pêşî li serê navxweyî were girtin.

Hevserokê KNK’ê Qeremû diyar kir ku ji ber merc û rewşa aloz a li herêmê şandeya wan nekarîbû li gel PKK’ê bicive û got:

“PKK’ê bi peyamekê anî ziman ku ji bo çareseriyê amade ne ku rûnin li ser maseyê gutûgoyê.”

Ehmed Qeremûs: Tirkiyê sedem aloziyan e

Di dawiya daxuyaniyê de Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs got ku sedema sereke ya aloziya di navbera pêşmerge û gerîlayan de dewleta Tirk e, û armanca wê ew e ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Back to top button