Mahmûd Dîndar: Divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmûd Dîndar bang li desthilatdariyê kir ku dawî li tecrîdê bîne û dengê dayikên ku Nobeta Edaletê digirin bibihîze.
Dîndar got, divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin.

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmûd Dîndar destnîşan kir ku eger desthilatdarî tenê li gorî qanûnan tevbigere wê tecrîd ji holê rabe û wiha anî ziman:

“Heta ku tecrîd neyê şikandin wê li Tirkiyê rewşên xirabtir rû bidin.

Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were şikandin.”

Mahmûd Dîndar dazanîn ku li kurdistanê mirov tên kuştin, leşker jiyana xwe ji dest didin û her tim cenaze tên divê, ev yek bi dawî bibe.

Dîndar da xuyakirin ku berovajî daxwaza me tecrîd hatiye girankirin û ti gaveke erênî nehatiye avêtin û wiha domand:

“Nobeda Edaletê ji bo şikandina vê tecrîdê destpê kiriye.

Pêwîste guh bidin dengê dayikên me yên hêja ku zarokên wan bi salan e di girtîgehê de ne.

Em dibînin ku desthilatdarî bêdeng e û vê yekê piştguh dike. ”

Mahmûd Dîndar: Divê Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne û tecrîdê rake

Dîndar destnîşan kir ku ew piştgirî didin dayikan û wiha pê de çû:

“Bi hezaran sal in em li vê axê dijîn.

Nasnameya me, hebûna me qebûl nakin.

Em dixwazin bi awayekî wekhev bijîn.

Eger tecrîd were şikandin, dikare pêşî li şer were girtin.

Girtiyên ku li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê, aştiyê dixwazin.

Divê Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne û tecrîdê rake.

Heta ku tecrîd neyê şikandin wê rewşên Tirkiyê xerabtir rû bidin.

Em dizanin ku dê aştî bi birêz Ocalan re pêk were û ji ber vê yekê divê Îmrali bê girtin..”

Li Mexmûrê çalakiya nobetê ji aliyê koma 34’an ve hat dewirgirtin

Back to top button