Ji ber êrişa li ser Til Temirê stasyona kehrebê ji xizmetê derket

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Til Temirê topbaran kir û di encamê de stasyona kehrebeyê ji kar ket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha çend saetan gundên Um El Kêf û Tewîla yên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Di encamê de ziyan li santrola kehrebeyê ya 66 K.F bû û stasyona kehrebeyê ya navçeyê ji kar ket.

Ji ber topbaranê û rewşa nearam, ekîbên sererastkirinê nikarin xwe bighînin stasyonê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dawiya sala 2023’an de, dagirkeriya Tirkiyê ji Dêrikê heta bi Şehbayê pêleke êrişên esmanî pêk anîbû.

Di encamê de, 10 welatî şehîd bûn û bi dehên deverên jiyanî û xizmetê ziyanên mezin dîtin.

Di emcam êrîşên dewleta Tirk de Nexweşxaneya Miştenûr ji xizmetê derket

Back to top button