Aloziya Lîbyayê bû rojeva lûtkeya Yekîtiya Afrîkayê

Îro li paytexta Etyopyayê, Addîs Ababa, lûtkeya Yektîiya Afrîkayê hat lidarxistin, rojeva wan jî aloziya Lîbyayê bû. Hemû aliyên di lûtkeyê de amade bû piştgiriya xwe ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê nîşan da û destwerdana derve di karûbarên Lîbyayê de red kirin. Li aliyeke din, Konseya Ewlekariyê derbarê tewanên li dijî Tirkiyê yên şandina çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê dest bi lêpirsînê kiriye.

Îro li paytexta Etyoyayê, Addîs Ababa, lûtkeya Yektîiya Afrîkayê li dar ket û mijara herî li pêş aloziya Lîbyayê bû.

Piştî ku serokê Afrîkaya Başûrî, Sîrîl Ramafûsa îro weke serokê nû yê Yekîtiya Afrîkayê hat hilbijartin, wiha got:

Ji armacên me yên sereke di sala nû de çareseriya aloziya Lîbyayê ye ku divê bi xebatên Afrîkiyan bixwe pêk were.

REWŞA AFRÎKAYÊ
EL-SÎSÎ: LI DIJÎ TERORÊ, DIVÊ HÊZEKE AFRÎKÎ WERE AVAKIRIN

Di rûniştina Lûtkeya Yekîtiya Afrîkayê de, serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bang li dewletên Afrîkayî kir ku lûtkeyeke Afrîkî pêk were ji bo tê de avakirina hêzeke Afrîkî ji bo şerê li dijî terorê were nîqaşkirin.

El-Sîsî amadebûna Misirê ji bo lidarxistina vê lûtkeyê û serpereştiya wê nîşan da.

ALOZIYA LÎBYAYÊ
EHMED EBÛ EL-XÊT: JI MIJARÊN SEREKE PÊKANÎNA AGIRBESTEKE DAYÎMÎ LI LÎBYAYÊ YE

Di lûtkeyê de, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Ebû El-Xêt, destnîşan kir ku ji mijarên sereke di Komkara Erebî de pêkanîna agirbesteke dayîmî li Lîbyayê û rawestandina hemû cûreyên destwerdanê.

DESTWERDANA TIRKIYÊ DI LÎBYAYÊ DE
KONSEYA EWLEKARIYÊ DERBARÊ TEWANÊN LI DIJÎ TIRKIYÊ DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIRIYE

Li aliyeke din jî, çavkaniyan di Neteweyên Yekbûyî de ragihandin ku 3 hezar çeteyên Sûrî li herêmên di bin kontrola hikûmeta Fayîz El-Serac ên rojavayê Lîbyayê hatine belavkirin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku ekîpa pisporan a Komîteya Cezayan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî der barê tewanên li dijî Tirkiyê yên şandina çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê dest bi lêpirsînê kiriye.

Back to top button