Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku yek ji rêveberên wan Ehmed El-Cedû El-Osman, di encama êrişeke çeteyên nenas li Dêra Zorê şehîd bûye.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de derbarê Şehîd Ehmed El Cedû de ev agahî da:
“Şehîd Ehmed ji destpêka damezrandina asayîşê de tev li refên hêzên me bû.
Ji bo ku ax û gelê xwe biparêze û ewlekarî û aramiyê herêmê mîsoger bike kedek mezin da.
Şehîd Ehmed ji bo pêşxistina karê xwe di nava refên hêzên me de li pêş bû, jêhatî bû û ji hevalên xwe hez dikir.
Şehîd Ehmed ji bo welatê xwe her tişt pêşkêş kir heta ku tev li karwanên nemiran bû.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Ehmed El Osman
Navê Bav: Cedû
Navê Dayikê: Berde
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê-1989
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Bisêra- 04.06.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 3/1/2024