BALAFIRÊN ŞER ÊN RÛSYAYÊ HEMA Û IDLIBÊ BI DIJWARÎ BOMBE DIKE

Bombekirina Idlibê ji aliyê hêzên Rûsya û rêjîmê ve bi dijwarî dewam dike.
Bi taybetî, piştî ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin hişyarî da û got, operasyoneke leşkerî li Idlibê ne dûr e.
Li aliyê din jî, komên çete êrîşên xwe li dijî taxên rojavayî Helebê zêde û dijwartir kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şeva din, balafirên şer ên Rûsyayê herêmên girêdayî Hemayê bombe kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, li herêma Kela Medîq 10 êrîşên ezmanî pêk hatine.

Her wiha herêmên El-Hewaş ên bakur-rojavayî Hemayê, ji aliyê balafirên Rûsan ve 3 caran hatin bombekirin.

Bakurê Hemayê jî, bi taybetî Latamna û El-Cebel El-Wistanî a Idlibê bi dijwarî hatin bombekirin.

Di heman demê de, hêzên rêjîmê jî wan herêman topbaran dike.

LI HELEBÊ ŞER Û PEVÇÛNÊN NAVBERA HÊZÊN RÊJÎMÊ Û ÇETEYAN GUR BÛYE

Li aliyê din, li taxên rojava û başûr-rojavayî Helebê, şer û pevçûn navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Hey’et Tehrîr Şam dewam dike.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.

Leave a Reply

Back to top button