Desteya Tenduristiyê: 160 kesên din bi vîrûsa coronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 160 kesên din li seranserê herêmê bi vîrûsa Coronayê ketine.

Desteya Tenduristiyê da xuyakirin ku li Hesekê 32, li Qmişloyê 52, li Dêrikê 16, 2 li Girkê Legê, 7 li Amûdê, 30 li Reqayê, li Tebqayê 6 û li Dêra Zorê jî 15 kesên din bi vîrûsê ketine.

Desteyê her wiha da zanîn ku li seranserî herêmê 8 pêketî rehet bûne.

Bi vê yekê, bîlançoya giştî dibe 20 hezar.

Ji wan, 788 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 968 jî rehet bûne.

Back to top button