Çalakiya konvedanê ya xelkên Şengalê di roja 28. de didome

Berxwedana Şengaliyan a li dijî plana dagirkirina Şengalê û ji bo piştgirîya Asayîşa Êzidîxanê dewam dike.

Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peymana dagirkirina Şengalê û piştgirîya Asayîşa Şengalê 28 roj li pey xwe hişt.

Xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan neyên qebûl kirin, ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Xebatkarên Şaredariya Şengalê jî bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ya ji bo Asayîşa Êzidxanê anî ziman.

Endamê rêveberiya Şengalê Cindo Emer diyar kir hêza ku wan di parêze, asayîşa wan e, derveyî asayîşa xwe baweriya wan bi ti hêzeke din nîne.

Endamên MXDŞ’ê serdana konê çalakiyê kirin

Li aliyê din Endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî serdana konê berxwedanê kirin û derbarê rewşa Şengalê de axivîn.

Berdevkê Komîteya Dîplomasiyê ya Meclisa Xwerêveberiya Şengalê Xebat Herbo li ser pêşketinên dawî yên siyasî, rewşa herêmê agahiyên dawî bi çalakvan û xelkê Êzidî re parvekir.

Çalakvan û welatiyan jî nêrînên xwe yên derbarê rewşa şengalê de anîn ziman. Welatiyan dan zanîn ku ewê heya dawî li ber xwe bidin.

Back to top button