Dergeha Salihiyê ya Dêra Zorê piştî lihevkirina Rusya û Emerîkayê hat vekirin

Seriyê sînor yê Salihiyê ya Dêra Zorê ku ev çend meh in girtî bû ji nû ve vebû.
Dergeha Salihiyê piştî lihevkirina di navbera Rusya û Emerîkayê de hat vekirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê deriyê sînor yê Salihiyê ya parêzgeha Dêra Zorê ku ev çend mehin ji aliyê Emerîkayê hatibû girtin, ji bo xelkên herêmê astengiyên mezin çêdikir.

Lê belê piştî lihevkirina di navbera leşkerên Rûsya bi Emerîkayê de deriyê sînor yê Salihiyê ji nû ve hat vekirin.

Bi vekrina dergeha Salihiyê re, çav li rê ye ku bi dehan malbatên ku ji ber şer koçî aliyê rojhilat yê parêzgehê bûbûn vegerin bajarê xwe Dêra Zorê.

Serokê navenda lihevanînê ya Rûsyayê Sergey Gamorin diyar kir ku bi vekirina korîdora mirovî wê pirsgirêkên ku rû dane were çareserkirin.

Leave a Reply

Back to top button