Tuesday 2026/06/30
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Aloziya Emerîka û Îranê ber bi çareseriyê ve diçe?

January 9, 2020
in CÎHAN
A A
Aloziya Emerîka û Îranê ber bi çareseriyê ve diçe?
Share on FacebookShare on Twitter
Piştî kuştina Qasim Sileymanî aloziya di navbera Emerîka û Îranê de derbasî qonaxeke xeter bû.
Lê tevî gefên ku hatin xwarin û êrîşa Îranê ya li dijî baregehên Emerîkî, wer xuya dike ku herdu alî jî naxwazin asta aloziyê dijwar bikin.

Piştî êrîşa Îranê ya li dijî baregehên Emerîkî yên li Iraqê tirs û fikar hebûn ku aloziya di navbera herdu aliyan de derbasî qonaxeke dijwar bibe û bi vê yekê rewşa şer ya li Rojhilata Navîn xetertir bibe.

Lê belê piştî êrîşê Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand ku ew bi vê êrîşê razî dibin û naxwazin şer gurtir bikin.

Li aliyê din ve Cîgirê serokê Emerîkayê Mike Pence ragihand ku agahiyên wan ên îstixbaratî hene ku Îran daxwaz ji komên xwe yên çekdar kiriye ku li dijî baregehên Emerîkî ti êrîşan pêk neynin.

Pence kêfxweşiya xwe ya ji bo vê yekê anî ziman û hêvî jî kir ev bibe destpêka çareseriyê.

Emerîka derbarê kuştina Qasim Sileymanî de nameyek ji Konseya Ewlekariya Navdewletî re şandibû û diyar kiribû ku ji ber ku Sileymanî li dijî baregehên Emerîkî plana êrîşan dikir, wan mafê parastina rewa bikar aniye.

Tevî vê jî Emerîka di nameyê de diyar kiribû ku, ji bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî ew amade ye ku bê şert û merc bi Îranê re danûstandinan bike.

Li qada Iraqî jî hewldanên kêmkirina dijminahiya Emerîkî û Îranî hene.

Piştî êrîşên Îranê, Serokê Şî’î Muqtede El-Sedir jî ragihand ku alozî bidawî bû û bang li komên çekdar kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û ti êrîşan pêk neynin.

Derbarê aloziyê de herî dawî Serokê Emerîkayê Donald Trump got: “Em êrîşa Îranê lêkolîn dikin û em ê cezayên nû li Îranê ferz bikin.”

Trump ê ku berî hilbijartinên 2020’an dixwaze dengên xwe zêde bike, xwest ji vê rewşê sûdê werbigire û got, “Kuştina Suleymanî û Bexdadî bi fermanên min pêk hatin.”

Dibe ku di çend rojên pêş de ev alozî ber bi çareseriyê ve biçe, lê pirs ew e kê ji vê aloziyê bêhtir sûd wergirt?

Emerîkaya ku idîa dike ku ew ji Suleymanî xilas bû, yan jî Îran a ku miletê wê, tevî kuştina 1500 xwepêşanderan, êdî nema pirsa nirxê benzînê dike?

Tevî her tiştî jî herdu alî dizanin ku hebûna yekî ji wan bêyî yê din nabe.

Previous Post

Artêşa Sûrî li Hemayê balafireke keşfê xist xwarê

Next Post

Dergeha Salihiyê ya Dêra Zorê piştî lihevkirina Rusya û Emerîkayê hat vekirin

Weşana girêdayî

Li Rûsya kêmbûna sotemenî: Putin dibêje sedem êrişên Ukraynayê ye
CÎHAN

Li Rûsya kêmbûna sotemenî: Putin dibêje sedem êrişên Ukraynayê ye

Ewropa dikele: Li Fransa 1000 kes mirin
CÎHAN

Ewropa dikele: Li Fransa 1000 kes mirin

Erdheja li Venezuela: 920 kes mirine, 50 hezar kes winda ne
CÎHAN

Erdheja li Venezuela: 920 kes mirine, 50 hezar kes winda ne

Please login to join discussion
Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye