Artêşa Sûrî li Hemayê balafireke keşfê xist xwarê

Artêşa rêjîma Sûrî duh li nêzî bajaroka Esîl ya li gundewarên Hemayê balafirek keşfê xist xwarê.

Ajansa SANA’yê raghand ku pergala parastina ezmanî ya artêşa Sûrî balafirek keşfê ya çeteyên dewleta Tirk xist xwarê.

Ajansa SANA’yê dîmenê balafirê weşand û diyarkir ku balafira keşfê li nêzî cihê rêjîmê yê li derdora bajaroka Esîla ya bakurê rojavayê Hemayê ketiye xwarê.

Pergala parastina ezmanî ya rejîmê di hefteyên derbasbûyî de gelek balafirên keşfê yên
çeteyên dewleta Tirk ku hewl didan êrîşî cihên rêjîmê û herêmên ewle bikin xist xwarê.

Li aliyê din ve artêşa rêjîma Sûrî li gundewarên bajarokê Mearet El-Nûman êrîşên çeteyên dewleta Tirk yê li ser cihên wan ên li gundên Meşarif, Semka û El-bers yên li Idlibê şikandin.

Leave a Reply

Back to top button