Hikumeta Wîfaqê kêfxweşiya xwe bi vê yekê anî ziman

Meclisa serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê kêfxweşiya xwe bi encamên hevdîtina Putin û Erdogan anî ziman.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, em pir bi xebatên welatên hevalbend ên çareseriya aloziya Lîbyayê kêfxweş in.

Meclisa Wîfaqê teqez kir, ew bi her gaveke cidî re ne ku pêvajoya siyasî berdewam bike.

Duh, serokê Tirkiyê Erdogan û hempîşeyî wî yê Rûsî Putin li Stanbolê hevdîtin pêk anî û li ser agirbestê li Lîbyayê li hev kir û banga ragihandina wê li aliyên şer kir.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê
Li dijî destwerdana Tirkiyê, herêma qedexeya asmanî berfireh kir

Li aliyekî din, Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê duh êvarî ragihand, wan herêma “qedexekirina asmanî” li dijî destwerdana Tirkiyê berfireh kir.

Berê, ev herêm tenê asmanê Terablusa paytext digirt dest, lê li gorî Fermandariyê êdî balafirgeh û baregeha Miêtîqayê jî digire nava xwe.

Artêşa Lîbî di dawiya Mijdarê de, qedexekirina asmanî li ser asmanê herêma opeasyonan li Terablusê ragihandibû.

Leave a Reply

Back to top button