Êrîşa DAIŞ’ê li Nîcerya “20 leşkerên Nîcerî û 3 sivîl hatin kuştin”

Di êrîşeke DAIŞê li ser bakur-rojhilatê Nîceryayê de, nêzî 20 leşkerên Nîcerî hatin kuştin.

Ajansa Rutersê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragihand ku çeteyên DAIŞê derbasî bajarokê Monguno bûn û nêzî 750 mal wêran kirin.

Paşê şer di navbera wan û leşkeran de rû de û nêzî 18 leşker hatin kuştin.

Şêniyekî jî diyar kir ku xelk ji tirsan re ber bi daristanan ve beziyan û 3 sivîl bi guleyên bêserûber hatin kuştin.

Li Nîcerya êrîşa DAIŞ’ê
DAIŞ: Me erebeyek jî teqand û 8 leşker kuştin

DAIŞê ya rojavayê Afrîkayê jî, di rêya ajansa xwe Amaq re yekser ev yek girt ser xwe.

DAIŞê got, çeteyekî wan erebeyeke bomebarkirî jî li bajarokê Monguno teqand, di encamê de 8 leşkerên Nîcerî hatin kuştin û 3 erebeyên zirxî hatin teqandin.

Li gorî çavkaniyeke din, di dema şer de, mûşekek li kampeke koçberan a bajarokê, ket.

Di encamê de, agir bi bêhtirî 300 konî ket û 8 koçberan jiyana xwe ji dest da û 20 jî birîndar bûn.

Li rojhilatê Nîceryayê koma Boko Heram û DAIŞ a Rojavayê Afrîkayê çalak in.

Ji nêzî 10 salan ve, êrîşên terorîst pêk tînin û 36 hezar kes kuştine û 2 milyon koç kirine.

Leave a Reply

Back to top button