Di nava 24 saetan de Rûsya 90 mûşek bi ser Çolistana Sûrî de berdan

Di nava 24 seatan de, balafirên şer yên Rûsî, bi 90 mûşekî deverên belavbûna çeteyên DAIŞ yên li Çolistana Sûrî, armanc kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûsî di nava 24 seatan de, bi nêzî 90 mûşekî çolistana navbera Tebqa ya gundewarê Reqa û herêma Isriya ya rojhilatê Hemayê, bomebaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê, balafirên Hikûmeta Şamê jî, 8 bermîlên bombebarkirî bi ser heman devrên navborî de, berdan.

Berî çend rojan, balafirên Rûsî deverên balavbûna DAIŞ’ê li heman çolistanê bombebaran kirin û 13 çete kuştin.

Hêzên Hikumeta şamê û çeteyên Tirkiyê deverên hev topbaran kirin

Li parêzgeha Idilbê jî, Hêzên hikumetê şeva din û heta berdestê sibê herêmên Kensefra, Fetîra, Filêfil û derdora El-Bare yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê, hêzên hikumetê û çeteyan cih û deverên hev ên li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

hat diyar kirin li asîmanê herêmê tevgereke zêde ya balafirên keşfê hebû.

Back to top button