Li Nînewayê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Li Iraqê jî têkoşîna li hember terora DAIŞ’ê bê bnavber tê kirin û vê dawiyê serçeteyek din hat girtin. 

Ajansa Istixbaratî ya Iraqî ragihand ku hêzên wan li navçeya Zimar li rojavayê parêzgeha Nînewayê, serçeteyê bi navê “Ebû Omer” ku yek ji serçeteyên artêşa bi navê qaşo “artêşa EL-Esra” bû, hat girtin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ji destpêka sala 2021’an û heta niha, hêzên wan 109 operasyon li dijî DAIŞ’ ê pêk anîne û di encama wan de, 99 çete hatine girtin û 34 jî hatine kuştin.

Back to top button