Rûspiyên Helebê: Rêber Apo bi fikrê xwe hemû pêkhate anî gel hev

Rûspiyên Helebê derbarê mijara tecrîda li ser Rêber Apo axivîn û bang kirin ku divê ji bo azadiya wî têkoşîn were mezinkirin.

Şêx Elî El Hesen destnîşan kir ku kiryarên ku li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tên pêkanîn derexlaqî û derolî ne.

El Hesen bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan di serî de CPT’yê li hember tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

El Hesen diyar kir ku ew ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî têdikoşin û got:

“Bi saya fikra pirojeya biratiya gelan hat pêkanîn û hemû pêkhateyên herêmê bûn yek.

Em li benda kesekî wek Rêber Abdullah Ocalan bûn ku me ber bi yekitiya civakî ve bibe.”

Her wiha, rûspiyê eşîra Meşhûr, Ehmed El Qureyşî da zanîn ku Rêber Apo rêberê mirovahiyê, şoreşa fikrî û danerê projeyên ji bo azadiya gelên bindest e û got:

“Me di fikrên wî de xwe azad dît. Îro bi saya wî em Kurd, Ereb û Turkmen bûne yek.”

El Qureyşî banga yekbûna di bin siya Rêveberiya Xweser de û pêkanîna azadiya Rêber Apo kir.

Back to top button