Konferansa Meclisa Jin a Îslama Demokratîk bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa yekemîn a Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk bi hilbijartina koordînasyoneke nû bi encamnameyan bi dawî bû.
Di konferansê de biryardariya li dijî hişmendiya nîjadpereser olperest têkoşîn derket pêş.

Di bin dirûşma ′Bi hêz û baweriya îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin′ konferensa yekemîn a meclisa jin a kongira islama demokratîk duh li Qamişlo hat li darxistin.

Konferens bi amadebûna 300 delegeyî li ser asta herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê pêk hat.

Di encama konferansê de koordînasyona meclisê hate hilbijartin, her wiha 7 endamên jin ku nûnerên 7 kantonên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin hatin hilbijartin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû, hin xalên girîng evin:

Xebitîna li ser damezrandina akademiya taybet bi Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk.
Xurtkirina ragihandina meclisê bi rêya danîna planên ragihandinê yên daîm ku tê de bername li ser dozên jinan di ol û civakê de hebin.

Têkiliyên li ser asta herêmê û cîhanê bi rêya pevguherîna serdan û lidarxistina panelan bi rêya dezgehên civakî werin firehkirin.
Xebat li ser amadekirina dewreyên perwerdê yên girtî û vekirî bê kirin.

Berdewamkirina lêkolînên taybet li ser axaftinên lawaz û çêkirî yên der barê jinan de û komkirina wan di pirtûkeke taybet de.
Birêxistinkirina xebata meclisa jin li herêmên nehatine birêxistinkirin û zêdekirina endaman li gorî pêwîstiyan.

Divê rola jinê di komîteya fetweyê û îctîhadê ya nava Kongreya Îslama Demokratîk de were xurtkirin.

Konferensa 1. a Meclisa Jin di Kongira Islama Demokratîk de hat li darxistin

Back to top button