Tevî êrîşên dewleta Tirk jî li herêmê perwedeya pirzimanî tê dayîn

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Gulîstan Îsmaîl Di derbarê rewşa Perwerdeyê anî ziman ku tevî êrîşên dewleta Tirk jî perwedeya pirzimanî tê dayîn û wiha got:
“Li herêma Cizîrê 200 hezar zarok di bin êrîşên dewleta Tirk de bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwedeyê dibînin.”

Bi şoreşa Rojava re li gelek beşên jiyanê de pêşketin çêbûn.

Yek jî wan qada perwerdeyê ye.

Gulîstan Îsmaîl: Bi 3 zimanan perwerde tê dayîn

Di derbarê rewşa Perwerdeyê û bandora êrîşên dewleta Tirk Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Gulîstan Îsmaîl axivî.

Her wiha Gulîstan Îsmaîl diyar kir ku tevahiya mufredatan ji sê zimanan Kurdî, Erebî û Suryanî pêk tên û wiha got:

“16 hezar mamoste bi tevahî 200 hezar xwendekar perwerde dikin.

Zarokên Kurd hemû wanên bi zimanê xwe distînin.

Zarokên Ereb bi zimanê Erebî û zarokên Suryanî jî bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin.”

Gulîstan Îsmaîl: Dewleta Tirk cihên perwerdeyê dike armanc

Gulîstan Îsmaîl diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk bandorê li perwrdeyê dike û wiha anî ziman:

”Êrişên Tirkiyê bandorek pir neyînî li pergala me ya perwerdeyê dike.

Bi taybet hedefgirtina binesaziya herêmê û her wiha qadên perwerdehiyê qadên rewa û destnedayî yên her civakê ne.

Mafê her kesî heye ku bi ziman û çanda xwe perwerdehiyê bibîne. Lê dewleta Tirk îro herî zêde van deran hedef digire.

Ev hemû êrîş ji aliyê derûnî ve bandoreke neyînî li zarokan dikin û dibin sedem ku ji dibistanên xwe qut bibin.”

Gulîstan Îsmaîl: Me ji bo zarokan hemû derfetan xistiye xizmetê

Gulîstan Îsmaîl diyar kir ku ji bo perwerde pêk bê wan hemû derfetên xwe ji bo zarokan xistine meryetê.

”Rêveberiya dibistanan û Rêveberiya Xweser hemû derfetên heyî xistine xizmeta dibistanan.

Li hemû dibistanan benzîn û sobe hatin belavkirin.

Weke desteya perwerdeyê me her tişt kir ku hemû derfetên rêveberiya xweser têxin xizmeta dibistanan.

Lê dîsa jî em nikarin bibêjin ku me hemû zehmetî derbas kirine.

Bi taybetî yên di kampan de dimînin di vî warî de du caran zehmetiyê dikêşin.

Her çend ji bo kêmkirina van pirsgirêkan xebatek mezin tê kirin jî, jiyana kampê bi serê xwe zehmet e.”

Back to top button