HPG: Li Girê Cûdî 12 dagirkerên Tirk hatin cezakirin

Di nava 48 saetên dawî de hêzên gerîla ji li dijî dagirkeriya Tirk 17 caran çalakî kirin.
Di encamê de 12 dagirkerên Tirk hatin kuştin û derb li kepçeyekê û 5 çeperan jî hate xistin.
HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji bo hilanîna tola şehîd Robîn Avent û Yildiz Şahîn Botan hatine kirin.

Hêzên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk a li herêmên Parastinê yên Medya û Başûr çalakiyên xwe ên bi bondar didomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê ragihand hêzên wan yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji bo tolhildana hevreyên xwe derbên giran li dagirkeran xistin û got:

Hêzên me nahêlin dagirker li Qada Berxwedanê bi cih bibin.

Artêşa Tirk ku li Girê Cûdî her roj kuştiyan dide, ji raya giştî re eşkere nake.

Bi domdarî HPG’ê têkildarî çalakiyan di nava 48 saetên dawî de ev agahî parve kir:

“Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

31 û 1’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di pêşengtiya YJA Starê de hêzên gerîlayan li dijî dagirkerên Tirk 17 çalakî pêk anîn.

Di encamê de 12 dagirker leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Her wiha konek hate îmhakirin, derb li kepçeyekê û 5 çeperan jî hate xistin.

“Çalakî ji bo hilanîna tola Ş.Robîn Avent û Yildiz şahîn Botan hatin kirin”

HPG’ê ragihand wan ev çalakiyan ji bo hilanîna tola milîtanên YJA Starê yên fedaî Ş. Robîn Avent û Yildiz Şahîn Botan hatine kirin.

Arteşa Tirk qadên berxwedanê 7 caran bi balafirên şer bombe kirin

Di dawiya daxuyaniya xwe de HPG’ê li ser êrişên arteşa Tirk jî agahî dan û got:

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê, 7 caran bi balafirên şer û gelek caran jî bi topan hatin bombekirin.

HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir

Back to top button