HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel-HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir.
Navendê diyar kir ku di encama şerê mehekî de 72 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin gelek çek û alavên artêşa dagirker hatin desteserkirin.
Û di vê şerê mehekî de 7 gerîlayên azadiyê şehîd bûn.

Niha li Herêma, Dersîm, Botan, Xerzan ê Bakurê Kurdistan û Qadên Parastina Medya yê Başûrê Kurdistanê şereke dijwar diqewime.

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel-HPG’ê bilançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir û ev agahî da:

“Dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejima wî yê şerê taybet di meha Tîrmehê de êrîşên xwe yê li Botan, Dersîm, Garzan û Qadên Parastina Medyayê bê navber domand.

Di nava meha Tîrmehê de li bakurê Kurdistanê û Qadên Parastina Medyayê bi piştgiriya hevkarên Kurd;

17 car êrîşên dagirkeriyê pêk anî.

283 car balafirên şer,168 car helîkopeteran û bi sedan caran jî bi topbaranê bombebaran pêk anî.

Li dijî mewziyên me yê li Qada Berxwedanê 9 car bi teqemeniyên qedexe êrîş kir.

Li dijî mewziyên me yê Qada Berxwedanê Sîda ya Zapê 4 car,

Qada Berxwedanê Girê FM ya rojavayê Zapê ya herêma Şehîd Delîl 2 car

Bi giştî 6 car bi bombeyên taktîk nukleer bi karanî.

HPG: 130 çalakî, 74 dagirker hatin cezakirin

Navendê derbarê çalakiyên ku gerîla li dijî artêşa dagirker pêk aniye jî ev agahî da:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî li dijî hemû êrîşên dijmin têkoşîna xwe yê parastina gelê Kurd û Kurdistanê bê navber domand.

Di dirêjahiya meha Tirmehê de hêzên me 130 çalakî pêkanîn.

Di encama wan çalakiyan de 1 ji payebilind 72 dagirker hatin cezakirin, 16 dagirker jî birîndar bûn.

Di heman demê de gelek wesayît û amûrên leşkerî hatin îmhakirin.”

HPG: 7 gerîla şehîd ketin

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel di didawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di şer ê vê mehê de 7 gerîlayên azadiya Kurdistan şehîd bûne.

Back to top button