Bîlançoya meha Tîrmehê ya êrişên li dijî xeta Şehba-Efrîn

Navenda ragihandina leşkerî ya herêma Şehba-Efrînê diyar kir ku dagirkeriya Tirk di meha Tîrmehê de bi dehan gundên herêmê topbaran kir û di encama van êrişan de zarok jî di nav de 3 welatî birîndar bûne, leşkereke hikûmeta şamê jiyana xwe ji dest daye û 6 jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de jî êrişên xwe yên li dijî xeta Şehba û Efrîna dagirkirî ranewestand.

Navenda ragihandina leşkerî ya heremê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir.

Navendê diyar kir ku artêşa dagirker û çeteyên wê di mehekî de 17 gundewarê şehba, şêrawa û Efrînê topbaran kiriye.

Ji wan gundan gundê Mizgefta Merenaz 5, Belûniyê 4, Bênê 4, Şex îsa 3, Kûlûtê 3, Sewame 3, Radarê 2, Şealê 2, Şewarqa 2; Soxaneke 2, Birc Qasê 2, Gundê Mezin 2, Mala Xirab 2, Aqîbê 2, Tepê Şehadê 2, Til rifet 2 Kefer Nasih 1, Til Cîcan 1, Hirbilê 1, Eyn Deqne 1, Xerebçe 1, Malikiyê 1, Til medîq, Misrifê 1, Meyasê 1, Balafirgeha Minnix 1 caran hate topbaran kirin.

Artêşa dagirker bi giştî gundê navborî bi 222 hawan û obîsan, bi 2 dron, 42 guleyên Bombe-avê topbaran kir

Di dîroka 23’ê meha Tîrmehê de di encama topbarana li dijî nuqteyekî hêzên hikumeta şamê li gundê bênê 3 leşker birîdar bûn.

Di dîroka 29.7.2023 di encama topbarana li navçeya til rifatê de welatiyê bi navê Azad hisên guldedo birîndar bû.

Dagirkeriya Tirk 30’ê mehê de navçeya Til Rifat û balafirgeha Minnixê ya girêdayî herêma Şebahê xaleke hikûmeta şamê kir armanc.

Di encamê de leşkereke hikumeta şamê jiyana xwe ji dest da û 6 leşker
jî birindar bûn.

Di dîroka 31.7.2023 an de di encama topbarana dijwir a li ser gundê kolûtê de jin û zarokek birîndar bûn.

Back to top button