Asayîşê li Hesekê mayînek bêbandor kir

Hêzên Asayîşê li bajarê Hesekê mayînek bêbandor kirin.

Asayîşê derbarê mijarê li ser malpera xwe ev agahî parve kirin:

”31’ê Tîrmehê, yekîneyên endazyariyê yên hêzên me mayînek li Hesekê bêbandor kirin.

Mayîn li malekê ku kes têde tune bû hatibû bicihkirin.

Hêzên me li ser giliyê welatiyekî berê xwe dan wê malê û mayîn veguestin cihekî dûr.

Li wir bêyî ku ziyan çêbibe mayîn hat bêbandorkirin.”

Asayîşê bang li welatiyan kir ku ji bo parastina ewlehiya li herêmê bi hêza xwe re alîkar bin.

Hêzên Aşayîşê li bakurê Dêra Zorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Back to top button