Filmê ‘Nameyên ji Şengalê’ sibe li Elmanya wê were pêşandan

Filmê “Nameyên ji Şengalê” li ser fermana 3’yê Tebaxê hatiye çêkirin.
Ew li Şenaglê li cihê komkujiyê bi xwe hatiye kişandin.
Li gorî çêkera film Ruha Hisên sibe di roja salvegera fermanê de, wê li Elmanya were pêşandan.

Film ji aliyê produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin.

Derhêneriya film ji aliyê Dersîm Zêrevan ve hatiye kirin û Ruha Hisên jî çêker e.

Film behsa berxwedan, qirkirin û rizgariya Şengalê dike.

Film li heman cihê ferman lê pêkhatî hate kişandin û şervanên di film de lîstin jî ew şervan bûn yên ku tevlî rizgarkirina Şengalê bibûn.

Her wiha di film de cihek giring ji rola jin û dayîkên Şengalê re hatiye dayîn çawa karîn ji nûve jiyanê li Şengalê vegerînin.

Çêkera film Ruha Hisên dibêje film belgeyeke rastîn a komkujiya Şengalê ye.

Back to top button