Fîlmê Nameyên ji Şengalê wê bê nîşandan

‘Nameyên ji Şengalê’.
Ev navê Fîlmekê ye ku qala êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê dike.
Wê Fîlmê ‘Nameyên ji Şengalê’ li bajarê Celle ê Almanyayê bê nîşandan.

Fîlm wê di salvegera 9’emîn a êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê de bê nîşandan.

Piştî wê jî wê film li tevahî Ewropayê bê nîşandan.

Fîlmê ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hate çêkirin

Derhêneriya wê ji aliye Dersîm Zêrevan ve hate kirin.

Amadekariya wê di sala 2018’an ve hate destpêkirin.

Fîlm him fikir, him drama him jî dokûmanter e.

Her wiha êş û azarên ku li Şengalê rû dan, şervanên azadiyê û dayikên bi hêviya serketinê di fîlm de tê nîşandan.

Fîlm ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek tê nîşandan.

Back to top button