ji bo şerê Idlibê îro Konseya Ewlekariyê ya “NY” bi lezgînî dicive

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê îro bi lezgînî dicive, rojeva wan jî şerê Tirkiye û Sûriyê yê li Idlibê ye.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî derbarê şerê dawî ya dewleta tirk û Rêjîma Sûriyê îro dicivin.

Hat ragihandin ku civîn li ser daxwaza dîplomatên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Emerîka, Fransa û Birîtanyayê ji raya giştî re vekirî tê li dar xistin.

Tê payîn ku di civînê de Nûnerê Taybet yê NY ji bo Sûriyê Geir Pedersen derbarê şerê li Idlibê de wê agahiyan bide.

Back to top button