70 kesên din jî li Çînê ji ber corona virus jiyana xwe ji dest da

Li parêzgeha Huobi ya Çînê, 70 kesên din jî jiyana xwe ji dest da û jimara qurbanên coronayê digihêje 560 kesî.

Îro desthilatên parêzgehê, mirina 70 kesên din jî teqez kir û ragihand ku 2 hezar û 987 kesên din nû bi virusê ketine.

Weke rêkarên parêzî, îro Taywan qedexekirina derbasbûna şêniyên Çînê ragihand.

Corona tevgera asmanî jî pûç kir ku heya niha 20 şirketên firînê geştên xwe bo Çînê kêm an qedexe kirine.

Her wiha, tevgera geştên deryayî jî rawestiya û heya niha 3 hezar û 700 kes li jêr çavdêriyeke tenduristî li beramberî beravê Japonyayê ne.

Li Hong Kongê jî, bêhtirî 3 hezar û 600 rêwî di keştiyekê li beramberî beravê bajêr binçavkirî ne da rewşa wan were taqîkirin.

Hat zanîn jî, 3 kes ji wan bi virusê ketine.

Back to top button