Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku 17 Cotmehê ve, 58 êriş li Sûrî û Iraqê li dijî hêzên wan pêk hatine.
Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) ê eşkere kir ku ji 17’ê Cotmehê ve, 58 êriş li dijî hêzên wan yên li Sûriye û Iraqê pêk hatiye.
Alîkara Berdevka Pentagonê Sabrina Singh doh di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser êrişan agahî parvekir û wiha got: “Ji 17’ê Cotmehê ve 58 êrîş li leşkerên me hatine kirin.
Ti êrişek ji van biser neketiye.
Di binesaziyê de xisareke cidî çênebû û leşkerekî me jî birîndar nebû.
Hemû leşkerên me yên birîndar vegeriyan ser karê xwe.”
Singh wiha got: “Heta îro nêzî 58 êrîş hatine kirin.
Yanî li Iraqê 27 û li Sûriyeyê jî 30 heta 31 êrîş hene.”
Singh êrişên dawî yên Amerîka li Sûriye li dijî baragehên çekdarên girêdayî Îranê bikar anî bibîrxist û wiha got: “Li gor min we bertekên me yên li hemberî 3 êrîşên me yên dawî dîtin.
Di yek ji wan de fermanek û Yekîneya kontrolê ya ku di maleke ewle de dixebitî hat derbkirin.
Li herduyên din jî depoyeke çekan û tesîsên perwerdeyê hatin derbkirin.”
Alîkara berdevka Pentagonê careke din dubare kir ku êrişek li dijî hêzên wan wê bê bersiv nemîne.
Pentagon: 59 leşkerên Amerîkî li Sûriyê û Iraqê birîndar bûn