Çigdem Dogû: Perspektîfa şoreşa jinê stratêjîke

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû diyar kir ku ew bi tevayî li 25’ê Mijdarê dinêrin û got: “Netewa demokratîk, xweseriya demokratîk û perspektîfa şoreşa jinê xwedî girîngiyeke stratejîk e.”

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû di beşa duyem a hevpeyvîna xwe li gel ANF’ê de tecrîda li dijî Rêber Apo, têkoşîna jinan nirxand.

Çigdem Dogû piştrast kir ku têkbirina tecrîdê bi pêşxistina têkoşînê jinê pêkan e û destnîşan kir ku ew bi vê têgihiştinê timî di nava têkoşîneke çalak de ne.

“Nêzîkatiya Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka jinê, xwedî navarokekî çareseriyek radîkal e.

Rêber Apo tundiya dijî jinê weke pirsgirêka sîstemê ya ji aliyê dewlet, desthilatdariya mêr-dewletê ve hatiye avakirin dinirxîne.

Reber Apo bi tevgera azadiyê ya ku pêşxist, li dijî vê rastiya bê hêzkirina jinê jî şer îlan kir.”

Çîgdem Dogû: Li Îmraliyê di navbera sîsteman de şer heye

Çîgdem Dogû bahsa tecrîta 25 salan ya Îmrali yê kir û wiha domand:

“Rêber Apo 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ku mînakê wê nîne tê ragirtin.

Rêber Apo pirsgirêka Kurd û jin ku kes newêrabû qal bike,bi şêwazek radîkal analîz kir û veguherand hêzê.

Di şexsê Rêber Apo de gelê kurd û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd tê tecrît kirin.

Îmraliyê nûnertiya pergala qirkirin û desthilatdariya mêr dike;

Rêber Apo li dijî wê nûnertiya pergala azadiyê dike.”

Çîgdem Dogû: Bi êrişan dixwazin siberoja cavaka Kurd û îradeya azadiyê ji holê rakin

Çîgdem Dogû faşîzma AKP-MHP’ê bi tecrîda giran a li Îmraliyê re li ser jinê dide meşandin û got:

“Bi hedefgirtina tevger, rêxistin û saziyên jinên Kurd, hewl dan ku li pêşiya hêza wê ya rawa û bi bandor bê girtin.

Bi van êrîşan hem siberoja civaka Kurd û hem jî îradeya azadiyê ya dayikên Kurd hewl tê dayîn ji holê rakin.

Li zindanan, Bakur, Başûr, Rojava, Mexmûr, Şengalê şerekî ji bo qelskirinê û ji holê rakirina asta azadiya jinê dimeşîne.

Bi taybetî rêxistinên jinan û pêşengên têkoşîna azadiyê dimeşînin dike hedef.”

Çîgdem Dogû: Divê jin bi her rengî parastina xwe pêş bixe

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû herî dawî bahsa 25 mijdarê roja têkoşîna jinan bang kir û got:

“Aliyê bingehîn ê stratejiya me ya têkoşînê li dijî her êrîşê mer-dewletê parastina xwe pêş bixinin.

Aliyek din a pir girîng jî pêşxistina hişmendiya xweparastinê ye.

Parastina hebûna jin tê wateya pêkanîna xweparastina xwe, parastina jiyan, civak, xweza, zarok, bedewî û wateya xwe.

Em bang li dayikên Kurd, jinên ciwan, rêxistinên jinan dikin ku bi ruhê çalakiyê beşdarî 25’ê Mijdarê bibin û li hemberî hemû komkujiyên li ser jinan.

faşîzm û hegemonyaya mêr bi awayekî herî xurt helwesta xwe nîşan bidin.

Çîgdem Dogû: Têkoşîna jinê têkoşîna mirovahiyê ye

Back to top button