Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû bal kişand ser sîstema ku li dijî hebûna derûnî û fîzîkî ya jinê şer dike û got, “Têkoşîna jinê di heman demê de têkoşîna ji bo dewamiya hebûna mirovahiyê ye.”
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê pêşî hemû jin û zarokên ku bi êrişên pergala serdest rû bi rû mane û hatine kuştin, bi bîr anîn.
Çîgdem Dogû di hevpeyvînekê li gel ANF’ê destnîşan kir ku bîranîna şehîdên jin, rêya wan ronî dike û hêz têkoşîna li dijî pergalê xurttir dike û got ku vê gavê hêzên serdest û desthilatdar, tundiyê wekî çeka herî bi bandor li dijî jinê bi kar tînin.
Bi rêya hişê mêrê hegemonîk ê modernîteya kapîtalîst jin bêçek, bêparastin, bêaborî, bêperwerde û bi mêran ve girêdayî hiştin.
“Zilamtiya hegemonîk bi tinebûn mirin û şikandina vîna jinê xwe afirand”
Rêvebera KJK’ê mirina her jinekê, wekî mirina jiyan, civak, exlaq, çand, xweza, evîn û edaletê bi nav dike û dibêje “Zilamtiya hegemonîk bi tunebûn, mirin û şikandina vîna jinê, xwe diafirîne”
Ji ber ku li cihê ku vîna jina azad nebe, civakbûn, exlaq, wijdan, edalet, azadî û wekhevî tune ye.
Çîgdem Dogû qala silogana “Jin, Jiyan, Azadî” jî kir û piştrast kir ku, ev ne tenê gotineke û tê ser ziman.
Rêber Apo ev gotin ne tenê ji bo jinê lê belê ji bo tevahiya têkoşîna civakî wekî rêgezeke bingehîn destnîşan kiriye.
Û wê hişt ku kevneşopiya azadiya jinê li Kurdistanê were afirandin û mezin bibe.
Çîgdem Dogû: Divê têkoşîn û hêza xwe ya rêxistinkirî mezin bikin
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû li ser heman mijarê dibêje ku “Despêkirina têkoşîna hemû hêzên ekolojîk, çandî, demokratîk bi tevgerên jinan re, erkê herî girîng ê vê pêvajoyê ye.”
Divê têkoşîn û hêz rêxistinî, li dijî êrişên kontra yên pergala serdest bi pêş bikevin û bêyî xwe têr bibînin, divê tim ji xwe bipirsin û rêyên nû bi pêş bixin.
Pêdiviya vê yekê bi yekdengî û têkoşîna siyasî,bîrdozî, rêxistinî û xweparastinê heye.