PDK û YNK’ê têkildarî lidarxistina hilbijartinan û zoriyên li herêmê guftigo bikin biryar dan ku rêze civînan lidar bixin.
Şandeyên PDK û YNK’ê piştî ku duh li Silêmaniyê civiyan, daxuyaniyek nivîskî ya hevbeş weşandin.
Di daxuyaniyê de ji ber pesendkirina projeya jinûve avakirina darayî spasiya Desteya Wezîran hate kirin û
hate gotin;
Herdu aliyan biryar dane ku weke tîmekê kar bikin û çend civînên din lidar bixin da ku bikaribin atmosfereke guncaw ya yasayî û siyasî ji bo kirina hilbijartinan û çareserkirina pirsgirêkên li herêmê çêbikin.”
Herwiha di daxuyaniya nivîskî ya hevbeş ya PDK û YNK’ê de hate gotin;
“Ji bo ku herdu alî bikaribin peywendiya xwe ya biratiyê dewam bikin, kêmasiyên xwe yên berê hatine jiyîn derbaz bikin divê hemû alî di nava hevkariyê de bin.”