Li Kobanê cenazeyê şehîd Fûad Xelîl hat oxirkirin

Şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Fûad Xelîl li Goristana Şehîd Dîcle spart axê.

Şehîd Fûad Xelîl di 11’yê Gulanê de li Kobanê şehîd bûye.

Di merasîma oxirkirinê de şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û kesayetên partiyên siyasî amade bûn.

Di merasîmê de, endamê Meclisa TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Bozan Dalî axivî û soz da tevahî şehîdan ku dê destkeftiyên şehîdan biparêzin û tolê ji her kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk dibin hilînin.

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban jî anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare vîna gelê berxwedêr bişkîne û bohsteke axa herêmê dagir bike.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button