Partiya Çepên Kesk, îro xebatên xwe yên hilbijartinê bi karwanên wesayîtan ku li bajaran li dar xist, bi dawî kir.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Rihayê, li navçeya Sêregê tûra fînalê li dar xist.
Welatiyan namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajêr li têketina navçeyê pêşwazî kirin û bi hev re tûra fînalê li dar xistin.
Li aliyek din li Dêrsimê jî Rêxistina Partiya Çepên Kesk beriya hilbijartinê li navenda bajêr bi wesayîtan geriya.
Welatiyên ku tevlî karwanê bûn, li Taxa Ataturkê kom bûn.
Tûra fînalê li Taxa Ataturkê dest pê kir û bi dorê li Taxa Cumhûriyet, Taxa Gazik, Taxa Esentepe, Taxa Yeniyê, Harçîk TOKÎ û Taxa Mogoltayê dewam kir.
https://youtu.be/8YpJo5nTGyg



