Mamostaya girtî ya Îranî, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye

Endama Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendikayan ya Îranê ragihand ku mamosta Atîka Recebî ji roja hatî girtin 9’ê Gulanê heta niha di gireva birçîbûnê de ye.

Yek jî kesên ku di serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin parêzvana mafê mirovan û Mamosta Atîka Recebî ye.

Hat zanîn ku ji 9’ê Gulanê ve Atîka Recebî di çalakiya gireva birçîbûnê de ye.

Atîka Recebî di 11’ê Gulanê de di hevdîtina bi telefonê ya ku bi malbata xwe re pêk anî de, diyar kir ku ji ber bê qanûnî tê darizandin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye.

‘Ji rewşên neyînî yên ku rû bide meqamên edlî berpirs in’

Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendîkayan der barê mijarê de daxuyanî da û da zanîn ku ew derbarê tenduristiya endama xwe mamosta Atîka Recebî de bi fikar in û got:

“Ger tiştek neyînî çêbibe polîsên Îranê û meqamên edlî ji rewşê berpirs in.”

Back to top button