Qamişlo-Bi boneya Roja Dayîkan rojnamevanên dayik hatin xelatkirin

Di Roja Dayikan de, 6 rojnamevanên dayik ji hêla Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ve hatin xelatkirin.

Bi boneya Roja Dayikan, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) 6 rojnamevanên dayik ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixebitin xelat kirin.

Merasîmê xelatkirinê li Bexçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Endamên TEV-DEM’ê, Kongra Star û şêniyên ji bajarê Qamişlo di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Malva Elî diyar kir ku herî zêde dayik zehmetiyan di xebatê de dikşînin û got:

“Ji ber vê yekê me xwest di vê rojê de dayikên ku karê rojnamegeriyê dikin, xelat bikin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed jî Roja Dayikan li hemû dayikên Kurdistanî û cîhanê pîroz kir.

Remziye da zanîn ku dayik ji destpêka çêbûna gerdonê ve heta niha bi berhemê xwe civak da avakiri

Back to top button