HDP û Partiya Çepên Kesk destnîşan kirin ku wan di 14’ê Gulanê de faşîzm daye sekinandin.
Partiyan diyar kirin tura duyemîn a hilbijartina serokkomariyê destpêka firsendeke nû ye û gotin:
“Bêyî ku xwe reşbîn û bêhêvî bikin, em dikarin di nava 11 rojan de dawî li xerabiyê bînin.”
Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Koordînasyona Navendî ya Partiya Çepên Kesk di doh civîneke hevpar lidar xistin.
Di civînê de kar û encamên hilbijartinê hatin nirxandin û di dawiyê de jî daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, li gel zext, dek û dolaban jî gelekî girîng e ku Partiya Çepên Kesk bûye hêza sêyemîn a herî mezin li meclisê.
HDP û Partiya Çepên Kesk di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin pêvajoya hilbijartinê temam nebûye û gotin:
“Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê wê di 28’ê gulanê de bê kirin.
Li gorî kevneşopiya partiya me, her zemîn û derfetên ku tevkariyê li têkoşîna demokrasî û azadiyê bike, girîng e. ”
HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê faşîzmê di tura 2. de têk bibin
Di dewamê de partiyan destnîşan kirin ew ê faşîzmû di duyemîn de têk bibin û ev tişt gotin:
Di vê dema giran a têkoşînê de di serî de gelê kurd, hemû muxalîfên civakê bi rengekî girîng li ber xwe dan.
Em careke din diyar bikin; em li vir in û xurt in.
Ev fikir, ev kevneşopiya têkoşînê wê ti carî li paş nemîne.
Em ê bi hêvî û bawerî, faşîzmê lawaz bikin, li Tirkiyê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin û têkoşîna xwe bi ser bixînin. ”
“Divê têkoşîna li dijî faşîzmê ji dema piştî hilbijartinê re nehêlin”
HDP û Partiya Çepên Kesk diyar kir wan nehişt rejîm di tûra destpêkê de bi ser bikeve û wiha bi dawî kir:
Firsend di destê me de ye ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bikin encameke bêhempa û destpêkeke nû.
Gelên me û dostên me divê têkoşîna li dijî faşîzmê ji dema piştî hilbijartinê re nehêlin.
Di tûra duyemîn de bêkêmasî dengê xwe bidin û sîleya dawî li faşîzmê bixin.
Rexnedayîna me ya herî mezin a ji bo rexneyên hêja yên gelê me wê têkbirina rejîma yek şexsî be.”
Bi dehan bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê dengê Kurdan hatiye dizîn