TCŞ û TêkoJIN ji bo dengdayinê bang kirin

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê bang li ciwanan kirin.
TCŞ û TêkoJIN diyar kirin divê li her qadê têkoşîn were mezinkirin û gotin
“Çawa ku me di vê hilbijartinê de nehişt faşîzm bi ser bikeve, niha dem hatiye ku em faşîzmê têk bibin.”

Hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê beriya sê rojan bi dawî bûn.

Lê yek ji namzetên serokkomariyê jî nekarin ji sedî 50 zêdetir deng bistînin.

Lewra hilbijartin ma tura dûyemîn û dê 28 Gûlanê carek din ji bo diyarkirina Serokkomarê nû hilbijêr dê biçin ser sindoqan.

Têkidarî hilbijartinê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) yên li Ewropayê daxuyaniyek dan.

“Di vê pêvajoyê de hêza diyarker, xeta têkoşîna azadiyê ye”

Di daxuyaniyê de TCŞ û TêkoJIN bang li ciwanan kir û ev tişt anî ziman

“Eşkere ye ku ev hilbijartin hem ji bo ciwanan hem jî ji bo gelê me wê serketinên mezin û dîrokî bi xwe re bîne

Namzetekî Serokkomariyê di dîroka Tirkiyê de yekemcar ji tûra duyemîn maye.

Bêguman ev yek gelekî girîng e, afirînerê hreî girîn ê vê serketinê Kurd e.

Li gel her cûre hîleyan jî eşkere ye ku di vê pêvajoyê de hêza diyarker, xeta têkoşîna azadiyê ye.”

TCŞ û Têkojin: dem hatiye ku em faşîzmê têk bibin

TCŞ û TêkoJIN diyar kirin divê li her qadê têkoşîn were mezinkirin û gotin

Çawa ku me di vê hilbijartinê de nehişt faşîzm bi ser bikeve, niha dem hatiye ku em faşîzmê têk bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bang li ciwanan hate kirin ku bi rengê seferberiyê bixebitin.

Bi dehan bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê dengê Kurdan hatiye dizîn

Back to top button