Îro şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Xidir El-Hemûd oxir kirin. Saziya Malbatên Şehîdan jî nasnameyên 11 şehîdan eşkere kirin.
Girseya gel, ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a li Hesekê ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bi rê ketin.
Li goristanê piştî rêzgirtinê, kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û weha gotin:
Çete hewl didin aramî û ewlehiya li herêmên me têk bibin. Divê em hevgirtî bin da ku fikirên çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê tune bikin.
Divê her kes destkeftiyên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze.
Dawiyê soza şopandina riya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê heta bidestxistina azadiyê hat dan.
Piştî axaftinan nasnameya Ş. Xidir El-Hemûd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Ş. Xidir El-Hemûd di nava siloganan de hat veşartin.
Saziya Malbatên Şehîdan nasnameyên 11 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Hêzên Asayîşê ku li cih û demên cuda şehîd bûne, eşkere kirin.