Kongreya “aştî li Lîbyayê” îro li paytexta Almanya Berlînê dest pê dike

Di nava hewldanên çareseriya aloziya Lîbyayê de, xebatên Kongreya “Aştî li Lîbyayê” wê îro li paytexta Almanya Berlînê dest pê bike.

Ev xebat îro li ser asteke navdewletî payebilind bi beşdariya gelek welatan bi rê ve diçe.

Şêwirmenda Alman Angela Merkel berî çend rojan teqez kiribû ku armanca vê kongreyê ew e ku hemû alî pabendî qedexekirina derbaskirina çekan bibin û rê li ber çareyeke siyasî vekin.

Ajansa nûçeyan a hikumeta Alman reşnivîsa mijarên dê werin nîqaşkirin, eşkere kir û diyar kir ku wê li ser agirbesta mayînde û pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya qedexekirina çekan bo Lîbyayê were rawestandin.

Lê li gorî çavkanîne taybet, mijarên jihevxistina komên çekdar û rakirina hikumeta Serac jî di reşnivîsê de hene.

Heya niha, Rûsya, Fransa, Brîtanya, Misir, Cezayîr, Tirkiye û herdu hikumetên Lîbyayê teqez kiriye ew ê di Kongreyê amade bibin, Tûnis û Mexrib jî beşdar nabin.

Leave a Reply

Back to top button