“Ev komkujî rûpeleke reş ya dîroka PDK’ê ye.

Têkildarî Komkujiya Hewlêrê, rojnamevan, siyasetmedar û malbatên şehîdan diyar kirin ku PDK’ê ji berê de, ji bo berjewendiyê xwe bi dijminên Kurdan re hevkarîyê dike û gotin, “Ev komkujî rûpeleke reş ya dîroka PDK’ê ye.
 Xizmên şehîdên komkujiyê jî bang li PDK’ê kir ku cenazeyên zarokên wan radestî wan bikin.

Beriya 25 salan komkujiya Hewlêrê bi plana dewleta Tirk û bi destê PDK’ê pêk hat û di komkujiyê de 20 jê rojnamevan 83 kes şehîd bûn.

Hin Rojnamevan û malbatên şehîdên komkujiyê ji Rojnews re axivîn.

Rojnamevan Hêmin Mamend diyar kir heta niha nayê zanîn cenazeyên şehîdên komkujiyê li ku derê ne.

Mamend diyar kir ku PDK’ê vê siyasetê heta niha jî dewam dike.

Hêmin Mamend bang li Sendîkaya Rojnamevanan, Lijneya Rewşenbîrî û Ragihandina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî helwest bin û ji bo radestkirina cenazeyên 20 rojnamevanan bikevin nava tevgerê.

Rojnamevan Hawjîn Xerîb: PDK bi zext û bêdengkirinê xwe li ser piya hiştiye

Rojnamevan Hawjîn Xerîb jî diyar kir ku PDK ji destpêka dîroka xwe de li dijî dengên azadîxwaz e û heta niha vê siyasetê dewam dike.

Hawjîn destnîşan kir ku PDK’ê bi zext û bêdengkirinê xwe li ser piya hiştiye.

Birayê şehîdekî komkujiyê: komkujiya Hewlêrê di dîroka PDK’ê de rûpelek reş e

Xerîb Mihemed ku birayê yek ji şehîdên Komkujiya Hewlêrê ye behsa komkujiyê dike û dibêje,

“Bi plana MÎT a Tirk, PDK’ê êrişî komek têkoşerên azadîxwaz kirin.

Ev komkujî di dîroka PDK’ê de rûpelek reş e.”

Xerîb da zanîn ku PDK’ heya îro vê siyaseta xwe dewam dike û rê li dijmin vedike û Kurdên azadîxwaz şehîd dixe.

Xizmên malbatên şehîdên komkujiyê daxwaza cenazeyên zarokên xwe kirin

Li Silêmaniyê xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê li pêşiya ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de xizmên şehîdan daxwaza eşkerekirina çarenûsa zarokên xwe kir û gotin:

Eger hatine şehîdxistin, cihê gorên wan û hestiyên wan bidin. Eger sax in û di girtîgehê de ne, bila azad bikin.

Xizmên şehîdan ji bo lêkolîna çarenûsa qurbaniyên şerê navxweyî û Komkujiya Hewlêrê daxwaza avakirina komîsyonekê kir.

Li wargeha Mexmûrê komkujiya Hewlêrê hate şermezarkirin

Komkujiya Hewlêrê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Daxuyanî li ser navê malbatên şehîdan komkujiya Hewlêrê ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin PDK’ê ji destpêkê û heta niha ji bo berjewendiyên xwe li gel dagirkeran hevkarî kiriye.

Her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku dawî li xiyaneta PDK’ê bînin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button