“Jin, Jiyan Azadî”

Jinên li Îran û rojhilatê Kurdistanê careke din hêza xwe nîşanî rejîmê didin.
Bêtirî 3 hefteyane xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî ku despê kirîn dewam dike.
Ev xwepêşandanên ku bi piştevaniya xebatkarên neftê berfireh dibe, rejîmê hîn zêdetir tengav dike.
Ji bo greva li seranserî welat bang hate kirin.
Di vê naberê de, Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ragihand ku heta niha herî kêm 23 ji wan zarok 201 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Serhildana jinan rejîma Îranê ji hev dixe.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî dewam dikin.

Doh heta saetên derengî careke din kolan ji xwepêşandêran vale nebûn.

Serhildana ku bi pêşengtiya jinê li kûçe û kolanan didome bi grevên nû xurtir dibe.

Serhildana Jîna li nava Îranê belav dibe

Di vê çarçoveyê de li Sine û Zahîdanê karkerên beşa neftê ji bo piştevaniyê bang kirin ku li seranserî welat grev bê kirin.

Xwepêşandanên bi taybetî li kolanan geş in.

Li Sine, Kirmaşan, Ûrmiye, Mihabad, Bane, Merîwan, Saqiz û deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan dewam kirin.

Li Sineyê ciwan daketin kolanan.

Hêzên dewletê êrîş birin ser wan û wan jî bi kevir û rêbazên din ên xweparastinê bersiv dan.

Li aliyê din li Bane jî xwepêşandan hebûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin ji bo berxwedana gel a li vir neyê dîtin, xetên înternetê û pêwendiyan hatine qutkirin.

Ciwanên li Tahranê banga grevên giştî kirin

Ji bo piştevaniya bi çalakvanên li Sine ku hêzên Îranê ji bo çalakiyê bifetisînin bi çekan êrîş kiribûn û gelek kes bûbûn qurbanî, ciwanan li Tehranê banga piştevaniyê kirin.

Ciwanan bi taybet bang li karkerên sektora neftê û welatiyên Sîstan û Belûç kir ku ji îro heta sibeha pêncşemê dakevin qadan û dest bi çalakiyên li seranserî welat bikin.

Her wiha li bajarên Tehran, Qûm, Tebrîz, Şîraz, Fûladşehir, Yezdanşehir, Esfehan, Yezid, Meşhed, û çend bajarên din bi reng û rêbazên cihê çalakî dikin, nerazîbûn nîşanî rejîma Îranê hate dayîn.

Li Mihabadê jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi nepoxan firandin esmanê bajêr.

Herî kêm 201 kes ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê hejmara nû ya xwepêşanderên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin belavkir.

Li gorî daxuyaniyê heta niha herî kêm 23 ji wan zarok 201 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Back to top button