Malbata Barzanî her diçe dewlemend dibe, gelê Başûr jî her diçe feqîr dibe

Malbata Barzanî bi nîzama xanedanî ya bav, kur û birazî ku li başûrê Kurdistanê avakiriye, bi dizî û gendeliyê ji rojevê dernakeve.

Ji ber vê dizî û gendeliya malbata Barzanî gelê başûr her diçe feqîr dibe û ev malbat jî her diçe dewlemend dibe.

Hemû dewlemendiyên ser erd û bin erd yên başûrê Kurdistanê jî pêşkêşî dagirkeran hatiye kirin û gelê başûr ti sûdê jê nabîne.

Ji ber vê çendê jî reva ji başûr û koçberî jî roj bi roj zêde dibe.

Bi Îflasa banka navendî ya Lûbnanê re, derket holê ku 637 milyon dolarê Barzanîyan di bankê de bûn hatin blokekirin.

Endamê Komisyona Darayî û Karûbarên Aborî ya başûrê Kurdistanê Şêrko Cewdet derbarê mijarê de dibêje;

“Piştî ku ev pere hatin blokekirin haya me jê çêbû ku ewqas pere di wê bankê de bûne. Ev yek jî nelirêtî û gendeliyê nîşan dide.”

Ne tenê ev 637 mîlyon dolar. Çîroka dolarên Barzanîyan gelekî dûr û dirêj e.

Rojnamevan û lêkolînerê Amerîkî Zack Kopplîn sala derbasbuyî dosyayeke derbarê serweta derqanûnî ya malbata Barzanî de ji raya giştî re parve kir.

Di dosyayê de tê gotin ku kurê Mesûd Barzanî Mesrûr, li bajarê Miamî bi bihayê 18 mîlyon û 300 hezar dolar milkekî bi qasî 12 hezar metreçargoşe kirrîye û li ser navê birayê xwe Muksî Barzanî qeyd kiriye.

Her wiha Zack Kopplîn di gotareke xwe de jî ya bi navê “Cowboy Drugstore” ango Dermanxaneya Kovboy de avahîyên li Kalîforniya û Vîrgînîya jî di navê de bi bihayê 75 mîlyon dolar 4 milkên veşartî yên malbata Barzanî eşkere dike.

Bi vê yekê re jî Kopplîn serweta Barzanîyan ya veşartî deşîfre kir.

Di kanûna 2021’ê de Kurê Nêçîrvan Barzanî yê bi navê Îdris Nêçîrvan Barzanî para (beş) xwe yên di banka Kurdistanê ya Navnetewî de derxist firotinê.

Li gorî 2 belgeyên ku hatin parvekirin, Kurê Nêçîrvan Barzanî ev hisseyên xwe bi 39 mîlyar û 600 mîlyon dînar ku derdoara 30 milyon dolar dike, derxiste firotinê.

Di belgeyên ku tên eşkere kirin de tê gotin ku serweta malbata Barzanî ji jimarên ku tên diyar kirin hê zêdetir e.

Zack Kopplîn diyar dike ku malbata Barzanî bi qasî 50 mîlyar dolar pere kontrol dike.

Sala 2017’an yek ji rojeva çapemeniya cîhanê û herêmê jî serweta 50 mîlyar dolar ya malbata Barzanî bû.

Pirsa di serê herkesî de jî ev e; gelo Malbata Barzanî 50 mîlyar dolar ji kuderê aniye.

Bi mîlyonan dolar dahata rojane ya deriyê Xabûrê, neft û petrola başûrê Kurdistanê, hemû ji bo malbata Barzanî ye.

Malbata Barzanî bi Tirkiyê re peymana 50 salî ya petrolê îmzekiriye û dahata wê jî talan dike.

Ji ber vê yekê malbata Barzanî di nava malabatên cîhanê yên herî dewlemend de cihê xwe digire.

Ev tenê yên ku hatine eşkere kirin e. Lê serweta veşartî ya esasî jî kes nizane.

Back to top button