NATO li herêmê hêza xwe duqat kir

Di wextekî ku hêzên Rûsya li nava xaka Ukrayna rojên zehmet derbas dike de, NATO jî gav bi gav li herêmê hêzên xwe zêde dike.
Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg diyar kir ku wan hêzên xwe yên li herêma Nord Stream duqat zêde kiriye û êrişa Rûsya jî weke lewaztiyê binav kir.
Her wiha got:
Hêzên NATO wê tetbiqateke şerê nukleerî jî pêk bînin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg beriya Civîna Wezîrên Parastinê yên NATO’yê ku wê di 12-13’ê Cotmehê de bê lidarxistin, li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Jens Stoltenberg ragihand ku hêzên deryayî yên NATOyê yên li Derya Baltik û Bakur ku xetên boriyê yên Nord Stream 1 û 2 lê ne, du qat zêde bûne.

Stoltenberg diyar kir ku îtîfaqê ji bo parastina binesaziya NATOyê ya li herêmê, piştî “sabotajê” ya xetên boriyên Nord Stream hatiye girtin û ev tişt anî ziman:

“Me hebûna xwe ya li Deryaya Baltik û Bakur du qat zêde kir.

Ev yek jî bi pêkanîna 30 keştiyên bi kapasîteya balafirên dewriyeyê û keştiyên binê avê pêk hat.”

Digel ku sedema derketina vê dawîyê ya di xetên boriyên Nord Stream 1 û 2 de bi tevahî ne diyar e, lêkolînan destnîşan dikin ku sabotaj sedema bingehîn e.

Stoltenberg: Êriş lewaztiya Rûsya nîşan dide

Sekreterê Giştî yê NATO’yê îşaret bi êrîşên moşekî yên Rûsyayê li ser bajarên cuda yên Ukraynayê kir û bal kişand ser wê yekê ku hevpeyman soz didin ku piştevaniya xwe ji bo Kîevê “berdewam bikin”.

Jens Stoltenberg got,

“Tiştê ku me dît, di rastiyê de nîşana lawaziyê ye.

Ji ber ku Rûsya bi rastî nikare di qada şer de bi pêş bikeve.

Rûsya ya bi rastî di qada şer de winda dike li sivîlan û binesaziya krîtîk xist.”

NATO wê tetbîqata nukleerî pêk bîne

Ji aliyê din ve Stoltenberg destnîşan kir ku tetbîqata bersivdayina nukleerî ya NATOyê ya salane ya bi navê “Steadfast Noon” wê hefteya bê wek ku hatiye plankirin were lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê li ser gefên veşartî yên Rûsyayê yên nukleerî jî got,

“Rûsya dizane ku şerê nukleerî bi ser nakeve û divê tu carî neyê kirin.

Em hêzên nukleer ên Rûsyayê ji nêz ve dişopînin.

Me heta niha di pozîsyona Rûsyayê de guhertinek nedîtiye, lê em hişyar in.”

Back to top button