Li Venezuela ji ber şemitîna axê 43 kes mirin

Barana zêde ya li Venezuela bîlançoya qurbaniyan giran dike.
Ji ber barana ku bû sedema şemitîna axê heta niha li eyaleta Aragua 43 kes mirine.
Metirsiya zêdebûna jimara miriyan heye.

Li Venezuela barana zêde bandoreke neyînî li welat kiriye.

Cîgira Serokê welat Delcy Rodriguez di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona dewletê VTVyê da diyar kir ku di encama şimitîna axê ya li bajarê Las Tejeriasê da hejmara miriyan derket 43’an.

Rodriguez diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin û wiha got:

“Di xebatên vegerandina elektrîkê ya herêmê de ji sedî 95 tazmînat hat bidestxistin.

Di xetên telefonê yên ku zirareke mezin dîtin de jî pêşketin çêbû.”

Rodriguez destnîşan kir ku li Las Tejerias ofîsa serokatiyê hatiye avakirin û wê 24 saetan xizmeta gel bike.

Maduro serdana herêma karasatê kir

Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro serdana eyaleta Aragua ya ku ji ber şimitîna axê û lehiyê zirareke mezin dîtibû, kir.

Maduroyê ku bi şandeya xwe re li bajarê Las Tejerias ê eyaletê lêkolîn kir ji rojnamevanan re got;

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê wê bênavber bidomin.

Madûro diyar kir ku bajarê Las Tejerîas wê ji nûve bê avakirin û ev tişt anî ziman:

“Nêzî 400 xanî bi temamî wêran bûne û 400 ji wan jî qismî xera bûne.

Bila hemû cîran û dikandar di rihetiyê de bin.

Em ê mal û cihê kar ji nû ve ava bikin.”

Ji ber bûyera hewaya La Nina, li hin deverên Venezuelayê barana ji asayî zêdetir dibare.

Di 2 hefteyên dawîn da li welêt barana zêde û felaketên ku ji ber wê çêbûn bi tevahî 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Maduro ji bo piştevaniya bi kesên ku ji karesatê bandor bûne re sê roj “şîna neteweyî” ragihand.

Back to top button