Riyad: Têkliya me bi Amerîka re stratejîk e

Endamên OPEC+ beriya hefteyekê biryara kêmkirina bo derxistina petrolê dabûn.
Erebîstana Siudî ya serkêşiya vê dike, bû sedema bihêrskirina Amerîka.
Wezîrê Karê Derve yê Siûdî Feysel bin Ferhan diyar kir ku dinavbera wan û Amerîka de têkliyek stratejîk heye û got:
Biryarên OPEC+ tenê di warê qezenca aborî de ne.

5’ê Cotmehê Wezîrên enerjî û petrolê yên grûpa OPEC+ li paytexta Awistûrya Viyanayê civiyan.

Di civînê de wezîran biryar dan ku ji meha Mijdarê ve hilberîna rojane ya petrolê 2 mîlyon bermîl kêm bikin.

Li ser vê biryarê, Rêveberê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby, diyar kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî re ji nûve dinirxîne.

Ji ber ku Amerîka di serdemekî ku Rûsya bi rêya enerjiyê zextê li

Ev gotin, weke bombeyekê li nava Riyadê deng veda.

Wezîrê Karê Derve yê Siûdî Feysel bin Ferhan ji kanala televizyona El-Erebia ya welat re li ser mijarê axivî.

Bin Ferhan got,

“Biryarên OPEC+ ne aliyê siyasî ne û ne jî em bi perspektîfeke siyasî lê dinêrin.

Biryar tenê aborî ne.

Têkiliyên bi Washingtonê re ji bo piştgirîkirina aramî û ewlehiya herêmê stratejîk in.

Têkiliyên Riyad û Waşîngton ji bo berjewendiyên her du welatan û aramiya herêmê tevdigere.

Têkiliyên me yên bi Amerîkayê re ji destpêka damezrandina xwe ve çêbûne.”

Bin Ferhan derbarê reşa li Yemenê jî ev tişt anî ziman:

“Hewldanên ji bo dirêjkirina agirbestê hê jî dewam dikin.”

Têkildarî danûstandinên asayîkirina ligel Îranê jî, Bin Ferhan bi bîr xist ku hewlên diyalogê hîn negihiştine encama ku tê xwestin û ew li benda danûstandinên 6’emînin.

Back to top button