Rojnemevan Silêman Ehmed ev 48 rojin agahî jê nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ev 48 rojin ti agahî jê nayê girtin.
Ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Di derbarê revandina Rojnemevan Silêman Ehmed Mamostayê nerazî Dana Teha diyar kir girtina Silêman Ehmed êrişa li ser dengê azad e, divê herkes li dijî girtina rojnamevana derkeve.

Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 48 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Dana Teha: Girtina Silêman Ehmed êrişa li ser dengên azad e

Mamostayê nerazî Dana Teha di derbarê revandina Silêman Ehmed axivî û wiha got:

“Girtina dengên azad û astengkirina rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ye ku hertim tê dubarekirin û tenê ji ber ku rojnamevan rastî eşkere kirine.

Carna mijar tenê siyasiye ku li gorî daxwaza desthilatdaran tevnegeriyane yan jî li ser dozeke ku li dijî daxwaz û berjewendiyên desthilatdaran bûye xebat kirine ye.

Ez bang li hemû li hemû rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê dikim ku bi dengekî wêrek daxwaz bikin ku dawî li van kiryarên desthilatdaran bê anîn.”

Mamosta Dana Teha balkişand li ser revandina Rojanmevan Silêman Ehmed û wiha domand:

“Mînaka van girtiyan Silêman Ehmed e ku yek ji jêhatîtirîn rojnamevanên vî welatî ye, lê mixabin ji aliyê desthilatdaran ve bi hincetên necihde hatiye girtin.

Ev jî dîsa êrişa li ser dengê azad û astengkirina azadiyan li herêmê ye.

Divê partiyên siyasî, rojnamevan û dezgehên ragihandinê xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin da ku sînorekê ji van kiryaran re deynin..”

Rojnamevan Silêman Ehmed ev 47 rojin agahî jê nayê girtin

Back to top button